30.12.2016

Sala 2016 û Kurd !



2016 salekê bi zehmet bû. Ne tenê jibo Gelê Kurd, herwiha jibo piraniya gelên cîhanê 365 rojên bi zehmet li pey me man. Hêvîdar im 2017 jibo me Kurdan û herwiha jibo mirovahiyê bi selametî derbas be, aşîtî û hestên biratiya gelan serkevin.

Sala borî rojeva Gelê Kurd bi tekoşînekê çetin tije bû. Çi li Kurdistan û çi jî li derveyê welat be piraniya Kurdan rojên xwe di nava çalakiyan û tekoşînê de derbas kirin.

Beriya her tiştî li Rojavayê welatê me şer bandorê li ser hemû aliyên jiyanê kir. Li heman parçeyê Kurdistanê rewşa siyasî û herwiha ya civakî hê jî bialoz e, di aliyekê de xeteriya terorîstên DAIŞ’ê heye, di aliyê din de jî ya artêşa tirk û herwiha ya rejîma Suriyê heye. Derbarê Rojava de mirov ne dikare  baweriya xwe bi sozên parastina Rusya bîne û ne jî bi yên Amerîka û Ewropiyan. Lewre li Rojava her tişt di nava mij û dumanê de ye. Ya herî girîng ew e ku Kurdên heman parçeyê di nava xwe de hevgirtinekê baş çê bikin û bi hêza xwe ya cewher derfetên xweparêstinê zêde bikin. Çareseriya ku bi destê Rusya û Tirkiyê jibo Suriyê were dîtin jibo Rojava nabe çareserî. Lewre divê Kurdên Rojava baş şiyar bin û bi her awayî xwe biparêzin.

Sala borî li Bakurê welatê me jî rewş cuda ne bû, di kolanên bajar û navçeyan de roj nebûn ku teqîn û reqîn çênebin. Li bajarên weke Amed, Şirnex, Colemêrg û herwiha navçeyên wan hê jî pirr kolan xeraben in. Di heman kolanan de komkujî pêkhatin. Li Şirnexê bi hezaran kes, vê zivistanê li derve, di çadiran de dijîn. Mixabin dengê wan ji aliyê ti kesan ve nayê bihîstin.

Bi sedan nunerên gelê me, bi taybetî parlementer û serokên şaredariyên HDP’ê, hatine girtin, rojên xwe di pişt hesinên zîndanan de derbas dikin. Vê gavê bi sedan rayedarên HDP’ê girtîn in, her rojê jî hinekên din tên girtin. Kes nizane ka heman rewş heya kengê wê bidome.

Di sala 2016’an de li Başûrê Kurdistanê jî rewş asayî nebû. Di navbera hêzên weke KDP, YNK û Goran de nakokî jiyîn, hê jî heman rewş dewam dike. Me hêvî dikir ku li vê parçeyê Kurdistanê êlankirinekê dîrokî çê be, yanê Dewleta Serbixwe bê îlankirin, lê mixabin, jiber cur be cur sedeman heman daxwaza gelê me pêk nehat. Hêvîdar im wê di sala pêş de ev daxwaza giştî ya Gelê Kurd pêk were. Bila ala Kurdistanê jî di nava 193 alên welatên endamê Yekîtiya Neteweyande cih bigire.

Li Başûrê Kurdistanê herêma Şengalê rewşa gelê me yê Êzdî hê jî awarte ye. Digel heman rewşê, mixabin, hêzên kurd hejmara berjewendiyan dikin. Niqaşên ku di navbera KDP û PKK’ê de hene weke parçeyekê heman hejmaran e. Piştî wuqasan salên ku bi tekoşîn derbasbuyî hê jî hin derdor dixwazin ku şerê birakujî di navbera Kurdan de çêbe. Sedem ji aliyê kîjan hêzê ve tê bila were, kîjan hêz bibe sedemê şerê birakujî ew tenê dibe duşminê gelê me. Wê roj were ku dîrok hesab bipirse.

Sala borî li Rojhilatê Kurdistanê jî rewşa Kurdan cuda ne bû. Çendî di navbera PJAK û hêzên dewleta Iranê de şerekê gur nebû be jî, rewşa Kurdên heman parçeyê ji yên din baştir nebû. Derd û kulên ku li Bakur û li Rojavayê welat hate jiyîn bandorê li ser Kurdên heman parçeyê jî çê kir.

Digel neyêniya sala borî, ez hêvîdar im ku wê 2017 bibe sala çareseriya pirsgirêkan.

Sersala we pîroz be !

Ahmet DERE  /  31.12.2016

28.08.2016

Şerê li Rojava


Weke tê zanîn ji 15 Adar a 2011’an vir ve li Sûriyê şer nesekiniye. Roj tine ku li vê welatê mirov jiyana xwe jidest nedin. Heman şer li Rojavayê Kurdistanê jî dimeşe. Di aliyekê de rejîma Sûriyê êrîşê ser Kurdan dike, di aliyê din de DAEŞ wehşetê dimeşîne, di aliyê din de jî dewleta tirk bi tank û topên xwe ve lidijî  gelê Kurd ketiye nava şer, şerê dagirkeriyê.

Dagirkeriya dewleta tirk li Rojavayê Kurdistanê wê bibe sedemê rewşeke nû a siyasî û herwiha ya jeografîk. Çendî Emerîka û Rûsya daxûyaniyên dijber didin jî, di rastiyê de heman dagirkeriya dewleta tirk bi agahiyên wan hatiye destpê kirin. Eger heman dagirkeriya dewleta tirk bi agahiya Emerîka û ya Rûsya nebûya wê heman hêzan helwesteke cuda diyar kiribûna.

Bi vê dagirkeriyê dewleta tirk xwe xistiye nava rewşeke zehmet. Ji vê demê bi şûnde êdî ew nikare bi hêsanî, ne bi Sûriyê re û ne jî bi Kurdên Rojava re dostaniyê bike. Bi heman helwesta xwe ve AKP her ku diçe ji Tirkiyê re duşminan zêde dike. Eger wisa bidome wê her çar aliyên Tirkiyê bi duşmanan ve tije bin.

Gelo armanca dewleta tirk çî ye ?

Qasê ku tê zanîn dewleta tirk dixwaze di Sûriye ya pêşerojê de ji xwe re mafê sozê çê bike û bandora hêza xwe bide belav kirin. Herwiha ew dixwaze lidijî avakirina dewleteke kurd li Rojava astengiyan çê bike. Bi heman rewşê ve girêdayî ew dixwaze di herêmê de jî bibe hêza sereke ya nîzamê.

Ew ê bigehêje armanca xwe ?

Bê guman na. Ne Emerîka û ne jî Rusya û herwiha ne ji Yekîtiya Ewropâyê naxwazin dewleta tirk di herêmê de bibe xwedî sozeke sereke. Weke sedsala borî, ewê Tirkiyê di xizmeta berjewendiyên xwede bikar bînin, kengê gihîştin armanca xwe ewên lepatekê di serê wê de bidin. Dîrokê heman rastiyê bi me baş daye nîşandan.

Piştî 15’ê Tîrmehê AKP serxoşiyekê dijî. Ew wisa difikire ku bi hêza ku wê di nava gelê tirk de bidestxistiye ewê bikaribe di herêmê de jî bibe hêzeke sûper. Ne tenê di herêmê de, herwiha di cîhanê de ew dixwaze bibandor bibe. Lê belê rastî wisa nîn e, hevsarê Tirkiyê herdem di destê hêzên cîhanî yên weke Emerîka, Rûsya, Çîn û YE’yê de ye, ew çawa bixwazin Tirkiye nikare bêje « na ».

Divê rayedarên dewleta tirk baş bizanibin ku dostaniya herî baş û hêja ya bi gelên herêmê re ye. Dibe ku rayedarên AKP’ê wisa nafikirin, lêbelê wê rastiya dîrokê bi me bide fêm kirin ku roja herî bi zehmet de dîsa wê gelê cîran, bi taybetî gelê kurd bi gelê tirk re dost e. Lewre divê herkesê şiyar û demokrat lidijî vê helwesta şerxwaz ya dewleta tirk derkeve û bêje « Na ji dagirkeriya Rojava re »

Kurd wê çi bikin ?

Bê guman ji destê Kurdan tenê berxwedan tê. Kurd neçarin ku liberxwe bidin. Tenê Kurdên li Rojava na, herwiha divê hemû Kurd lidijî vê dagirkeriya dewleta tirk derkevin. Divê gelê Rojava bi tenê nemîne, bi her awayî divê ew were desdekkirin. Qedera hemû Kurdan bihev re ye, parçeyeke Kurdistanê bê yên din nikare azad be. Di vê aliyê de divê hikûmeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê jî baş dersê derxîne û li berpirsyartiyên xwe yên dîrokî xwedî derkeve. Ti car dostaniya Tirkan, ya Iraniyan û ya Ereban nikare ji ya Kurdan bi xwe re baştir be.

Ahmet DERE  /  28.08.2016

27.09.2015

Xweparastin û Şerê Qirêj


Li welatê Kurdan ti car şer nesekinî ye. Herdem jî heman şer ji aliyê hêzên dagir ve hatine meşandin û ev didome. Di encama hemû şeran de bi sedan û hezaran Kurdan jiyana we ji dest danin, welatê wan tar û mar bûye.

Ji heman şeran yek jî naha dimeşe. Ji 20’ê Tîrmehê vir ve dewleta tirk bi hêzên xwe yên leşkerî û polîs li Kurdistanê şer dimeşîne. Bêguman di nava heman şerî de gêrîlla jî heye, ew li pirr deveran lidijî leşker û polîsan şer dike. Dema ku mirov li encamê dinêre mixabin bi sedan kuştî, birîndar û herwiha talana aborî dibîne. Ya herî xerab jî ev şer li ser axa herêmên kurd dimeşe, yanê tevahiya zerara vî şerî digehêje Kurdan.

Şer qirêj e, di encama hemû şeran de kuştin, brîndarkirin, talankirin û wehşet heye. Lêbelê hin car hen in ku mirov nikare xwe ji şer dûr bigire, yanê şer tê xwe li mirov dixe. Di demên wiha de bêguman xwe baratstin, berxwedan dibe mafê herî rewa. Mirov neçar dibe ku lidijî qirêjaya şer bi çekan û bombeyan xwe biparêze. Di encama şerê xweparastinê de jî, mixabin, dîsa kuştin û birîndarkirin çê dibe. Şerê çekdarî ku bê kuştin û birîndarkirin bûye tine. Ev rastiya teorîk û herwiha pratîk ya şeran e.

Li gorî daxûyaniyên rayedarên PKK’ê ev şerê ku li Kurdistanê dimeşe bi înisiyatîfa AKP’ê û herwiha ya dewleta tirk hatiye destpêkirin. Li gorî daxûyaniyên rayedarên AKP’ê jî ev şer ji aliyê PKK’ê ve hatiye destpêkirin û dimeşe. Li gorî nêrîna derdorên serbixwe jî ev şer bi daxwaza her du aliyan, yanê ya AKP-Dewlet û herwiha ya PKK’ê hatiye destpêkirin û lewma jî dimeşe. Ez, weke kesekê ku bi salan e her du aliyan jî dişopînim, dema ku mijarê şîrove dikim di encamê de rola her du aliyan jî dibînim. Yanê çendî ev şer li gorî daxwaza AKP’ê hatibe destpêkirin jî di domandina heman pêvajoya şer de rola PKK’ê jî heye. Lewre daxwazên HDP’ê, bi taybetî yên Selahattin Demirtaş ku dixwaze PKK bi awayekê yekalî şer bide sekandin, bê bersiv dimînin. Li gorî min eger PKK bixwaze ew dikare bi awayekê pirr pispor vî şerî bide sekandin û rê ji hewldanên siyasî yên HDP’ê re vebike.

Weke tê zanîn roja 1’ê Mijdarê dîsa hilbijartin çê dibin. Ev hilbijartin bi daxwaza Erdoğan û herwiha ya AKP’ê ketine rojeva Tirkiyê. Bi awayekê pirr aşkere dixûyê ku hemû hewldanên AKP’ê û herwiha yên Erdoğan ew in ku HDP nekeve meclîsê. Di van hewldanên xwe de jî vî şerê qirêj bikar tînin. Lewre ez dibêm pêwîste PKK ji HDP’ê re mecalên xebatekê siyasî vebike daku ew bikaribe li hemû herêmên Tirkiyê dengan bigire. Ev rê tenê dikare di rawestina şer de derbas bibe.

Ji 1’ê Mijdarê re  hê mehekê zeman heye, hêvidar im ku PKK di vê demê de gavekê wiha erênî biavêje. Eger ne wisa be meşandina şer tenê dikeve xizmeta AKP’ê û wê zerarê bide HDP.

Çawa ku rayedarên PKK’ê dixwazin ; mirov nikare hêvî bike ku dewleta tirk û bi taybetî jî AKP şer bide sekandin. Ev rastî ji aliyê hemû cîhanê ve dixûyê. Jiber ku pîlan û programên wan li gorî meşandina vî şerî hatiye lidarxistin. Lewma tenê PKK dikare şer bide sekandin û wê jî bike xizmeta xebatên siyasî yên HDP’ê.

Ahmet DERE  /  26.09.2015