28.05.2010

Kongreya PEN a Kurd

Di nava hemû civakan de, nivîskarî xebateke binirx û hêja tê dîtin. Pêşketina gelan li gorî asta rewşa çanda û wêjeya wan çê dibe. Civatên ku di warê çandî û wêjeyî de pêşneketine, nikarin di nava gelan de bibin xwediyê cihên birûmet. Çand, wêje û bi tevahî rewşenbîriya gelan, bi rêya nivîskar û zanyaran pêş dikevin. Siyaset û aboriya gelan bi rewşa wan a çandî ve girêdayî ye. Lewre, di nava hemû civakên hemdem de, cihê rewşenbîran li ser siyasetvan û aborînasan re tê dîtin.

Li gorî pîvanên hemdemiya gelan, rewşa me Kurdan di binî asta giştî de ye. Dagirkeriya welatê me, di her aliyê de bûye sedemê ku gelê me şûn de bimîne. Ji salên 1960’î vir ve hêdî hêdî nivîskar, rojnamevan, hiqûqnas, hozan di nava gelê me de çê bûnin. Ji heman demê bi şûn de, di warê siyasî û aborî de Kurdan dest pê kirin bibin xwediyê cih. Çendî di dîroka gelê me de rewşenbîrên mezin ên weke Ehmedê Xanê, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û Celaded Bedirxan û her wekî din derketibin jî, ez dibêm runêsansa gelê me ji salên 1960’î şûn de dest pê kiriye.

Biştî van çend gotinan, ez dixwazim vegerim ser mijara Kongreya PEN a Kurd, a ku di rojên 21-23’yê Gulan’ê de, li Almanya’yê pêkhatî.

Weke tê zanîn, PEN, saziyekê navneteweyî ya nivîskaran e, di 5’ê Cotmeh a 1921’an de, li Londra’yê hatiye damezirandin û heya niha di her welatê de jî beşên wî ên neteweyî hene. Digel ku welatê Kurdan bi fermî, ji aliyê civata navneteweyî ve nehatibe naskirin, ji sala 1988’an vir ve Yekîtiya Nivîskarên Kurd di nava PEN a Nevneteweyî de cihê xwe digire. Ji 2009’an vir ve ez jî bûme endamê PEN a Kurd.

Piştî ku ez bûme endamê PEN a Kurd, cara yekem Kongreya wê pêkhat. Ez nizanim Kongreyên dema borî çawa derbas bibûn, lê belê, digel ku ez nikaribûm tevlî vê Kongreyê bibim-ji ber hin sedemên karê pratîk- min ji hevalan hin agahî girt. Li gorî agahiyên ku min girtin, Kongreya PEN a Kurd di nava atmosfereke germ de derbas bûye û hemû nivîskarên ku beşdar bûne bi dilfirehî vegeriyane. Lê belê, di derbarê PEN a Kurd de, nivîskaran bi xwe jî zêde hesasiyet raber nekirine, lewre, piraniya endaman tev li Kongreyê nebûne. Ev kêmasiyeke mezin e, divê nivîskarên kurd bi xwe li girîngiya xebatên xwe xwedî derkevin.

Min di çend gotarên xwe de behsa zehmetiyên nivîskariya Kurd kiribû. Ez dixwazim dubare bikim : Beriya her tiştî, helwesta gelê kurd, xwendina wî a berheman, li ser pêşxistina wêjeya kurd bandoreke mezin çê dike. Mixabin di vî warî de kêmasiyeke mezin heye. Nivîskarên ku berhemên wan neyên xwendin, bihêsanî nikarin dest bi kareke din bikin. Heya niha nivîskarên kurd bi vîna xwe û daxwaza xwe a bi armanca xizmetkirina ji bo gelê xwe kar kirine. Ez dizanim, di nava nivîskarên kurd de hevalên pir hêja hene, ew li hemberî hemû zehmetiyan dikarin karê xwe tim bidomînin.

Divê em weke gel ji çand û wêjeya xwe re xizmetê bikin. Wêjeya ji gel qut, tenê bi hawldanên nivîskaran nikare pêşbikeve, her wiha gelê ku ji wêjeyê qut jî nikare, di nava civakên navneteweyî de, ji xwe re cih çê bike. Lewre, pêwîste em weke gel di vî warî de berpirsyartiya xwe bigirin ser milên xwe.

Di Kongreya PEN a Kurd a îsal de, di rêveberiyê de hin dewlemendî çê bûye, hin hevalên nû ketine rêveberiyê. Ez hêvîdar im ev rêveberî wê bikaribe pîlansaziyekê çê bike û girîngiya xwe bi girseyên kurd, ên li welat û derveyê welat, bide fêmkirin. Wisa dixûyê ku, berpirsyartiyên nivîskarên kurd tenê lêkolîngerî û nivîsandin nîn e, divê ew her wiha xwe biçalak bike û bikeve nava girseyan. Di vî warî de ez bihêvî me.

Not: Kesên ku dixwazin pirtûka min a bi navê "Yekîtiya Ewropayê û Rastiya Kurd" bixwazin, dikarin bi rêya navnîşana min farasin@hotmail.com mesaj bişînin.

Ahmet DERE / 28.05.2010