30.12.2016

Sala 2016 û Kurd !



2016 salekê bi zehmet bû. Ne tenê jibo Gelê Kurd, herwiha jibo piraniya gelên cîhanê 365 rojên bi zehmet li pey me man. Hêvîdar im 2017 jibo me Kurdan û herwiha jibo mirovahiyê bi selametî derbas be, aşîtî û hestên biratiya gelan serkevin.

Sala borî rojeva Gelê Kurd bi tekoşînekê çetin tije bû. Çi li Kurdistan û çi jî li derveyê welat be piraniya Kurdan rojên xwe di nava çalakiyan û tekoşînê de derbas kirin.

Beriya her tiştî li Rojavayê welatê me şer bandorê li ser hemû aliyên jiyanê kir. Li heman parçeyê Kurdistanê rewşa siyasî û herwiha ya civakî hê jî bialoz e, di aliyekê de xeteriya terorîstên DAIŞ’ê heye, di aliyê din de jî ya artêşa tirk û herwiha ya rejîma Suriyê heye. Derbarê Rojava de mirov ne dikare  baweriya xwe bi sozên parastina Rusya bîne û ne jî bi yên Amerîka û Ewropiyan. Lewre li Rojava her tişt di nava mij û dumanê de ye. Ya herî girîng ew e ku Kurdên heman parçeyê di nava xwe de hevgirtinekê baş çê bikin û bi hêza xwe ya cewher derfetên xweparêstinê zêde bikin. Çareseriya ku bi destê Rusya û Tirkiyê jibo Suriyê were dîtin jibo Rojava nabe çareserî. Lewre divê Kurdên Rojava baş şiyar bin û bi her awayî xwe biparêzin.

Sala borî li Bakurê welatê me jî rewş cuda ne bû, di kolanên bajar û navçeyan de roj nebûn ku teqîn û reqîn çênebin. Li bajarên weke Amed, Şirnex, Colemêrg û herwiha navçeyên wan hê jî pirr kolan xeraben in. Di heman kolanan de komkujî pêkhatin. Li Şirnexê bi hezaran kes, vê zivistanê li derve, di çadiran de dijîn. Mixabin dengê wan ji aliyê ti kesan ve nayê bihîstin.

Bi sedan nunerên gelê me, bi taybetî parlementer û serokên şaredariyên HDP’ê, hatine girtin, rojên xwe di pişt hesinên zîndanan de derbas dikin. Vê gavê bi sedan rayedarên HDP’ê girtîn in, her rojê jî hinekên din tên girtin. Kes nizane ka heman rewş heya kengê wê bidome.

Di sala 2016’an de li Başûrê Kurdistanê jî rewş asayî nebû. Di navbera hêzên weke KDP, YNK û Goran de nakokî jiyîn, hê jî heman rewş dewam dike. Me hêvî dikir ku li vê parçeyê Kurdistanê êlankirinekê dîrokî çê be, yanê Dewleta Serbixwe bê îlankirin, lê mixabin, jiber cur be cur sedeman heman daxwaza gelê me pêk nehat. Hêvîdar im wê di sala pêş de ev daxwaza giştî ya Gelê Kurd pêk were. Bila ala Kurdistanê jî di nava 193 alên welatên endamê Yekîtiya Neteweyande cih bigire.

Li Başûrê Kurdistanê herêma Şengalê rewşa gelê me yê Êzdî hê jî awarte ye. Digel heman rewşê, mixabin, hêzên kurd hejmara berjewendiyan dikin. Niqaşên ku di navbera KDP û PKK’ê de hene weke parçeyekê heman hejmaran e. Piştî wuqasan salên ku bi tekoşîn derbasbuyî hê jî hin derdor dixwazin ku şerê birakujî di navbera Kurdan de çêbe. Sedem ji aliyê kîjan hêzê ve tê bila were, kîjan hêz bibe sedemê şerê birakujî ew tenê dibe duşminê gelê me. Wê roj were ku dîrok hesab bipirse.

Sala borî li Rojhilatê Kurdistanê jî rewşa Kurdan cuda ne bû. Çendî di navbera PJAK û hêzên dewleta Iranê de şerekê gur nebû be jî, rewşa Kurdên heman parçeyê ji yên din baştir nebû. Derd û kulên ku li Bakur û li Rojavayê welat hate jiyîn bandorê li ser Kurdên heman parçeyê jî çê kir.

Digel neyêniya sala borî, ez hêvîdar im ku wê 2017 bibe sala çareseriya pirsgirêkan.

Sersala we pîroz be !

Ahmet DERE  /  31.12.2016

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder