31.03.2017

Rojeva Tirkiye ; Referandum

Ji destpêka sala 2017’an vir ve li Tirkiyê rojev germ e. Wusa diyar e ku wê ev sala 2017’an bi tevahî germ derbas bibe. Çi di warê siyasî de be, çi jî di warê civakî û herwiha aborî de be, wê bihar û havîn pirrtir germ derbas bibin.

Di van rojên destpêka biharê de Tirkiye di nava hewa referandumê de ye. Ji naha ve li Ewropayê hemwelatiyên Tirkiyê diçin ser sandoqan. Li vê parzemînê ji 500 hezar zêdetir hilbijêrên ku hemwelatiyên Tirkiyê ne hene. Di hilbijartinên 2015’an de li Ewropayê 390 hezar kesan dengên xwe bikar anîn. Wisa diyar e ku wê îsal zêdetir kes biçin ser sandoqan.

Li gorî ku ez agahiyan radigirim, li Tirkiyê pirraniya kesên ku wê dengên xwe NA bikar bînin nikarin aşkere nêrînên xwe bînin ziman. Jibo welatekî weke Tirkiye ev normal e, li wê derê ne demokrasî heye û ne jî mafên mirovan. Lewre encamên anketan zêde ne rast in. Sibeha 17’ê Nîsanê wê ‘rastî’ derkeve holê.

Bi Encama vê referandumê ve wê rengê pêşeroja Tirkiyê jî diyar bibe. Eger NA bi serkeve, wê AKP dîn û har bibe, zehmet e ku mirov texmîn bike ka ewê êrişê kîjan beşên civakê bike. Eger ERÊ bi serkeve wê dîsa bibe sedemê ku AKP serxoş bibe û bi vî awayî êrişê pirr derdoran bike. Yanê çi encam ji sandoqan derkeve wê bibe sedemê harbûna AKP’ê. Bi awayekê din, mirov dikare bêje ev sala 2017’an ya harbûna AKP’ê ye. Xwedê civakên Tirkiyê ji AKP mihafeze bike.

Encamên vê referandûmê çi dibe bila bibe, bi taybetî jibo gelê Kurd tiştekê naguherîne. Çi ERÊ û çi jî NA, jibo Kurdan dîsa wê şer gurtir bike û pê re jî zexta dewletê zêdetir bike. Tişta ku ji destê Kurdan were ew e ; bi rêbazên aqilane divê xwe biparêzin. Eger rêbazên xweparastinê bi awayekê aqilane neyên bijartin, mixabin wê ev sal bi bûyerên pirr neyênî derbas be.

Piştî ku dema referandumê diyar bûye Tirkiye ya AKP’ê ketiye nava hewldanên harbûniyê. Hikûmeta AKP’ê har bû ye, êrişî hemû derdoran dike. Ev harbûna hikûmeta AKP’ê diyar dike ku texmînên derbarê referandumê de jibo wê xetere ne.

Dema ku mirov li gotinên rayedarên AKP’ê guhdar dike dikeve nava gumanan ; gelo ev referanduma derbarê destûra bingehî de ye, an jî hilbijartinên giştî ne ?  Jiber ku rayedarên AKP’ê di hemû axiftinên xwe de tenê mijarên xebatên hikûmetê tînin ziman. Dibêjin « Me bi sedan kîlometre rê çêkiriye, me aboriya Tirkiyê pêşxistiye, me rewşa civakê guhertiye….. » Kesekê biaqil tine ku ji wan re bêje « Hey rayedarên AKP’ê, hûn dikarin bi heman destûra bingehî jî karê xwe li pêş bixin, çi divê hûn destûrê diguherînin û sîstema serokatiyê tînin ? »

Bê guman hemû armanca AKP’ê ew e ku Recep Tayip Erdogan bikin Sultan, lewre çi ji destê wan tê dikin. Miqarne jî belav dikin, komirê jî….. 

Ahmet Gulabi DERE  /  28.03.2017

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder