23.05.2017

Pêvajoyekê nû ya Aşîtiyê û Kurd


Van rojan derdorên AKP’ê, bi cur be cur çalakî û mesajan, diyar dikin ku ew dixwazin carekê din pêvajoyekê bi navê ‘Pêvajoya Aşîtiyê’ destpê bikin.

Beriya her tiştî divê were zanîn ku pêvajoya bi navê "Pêvajoya Çareseriyê" ku di sala 2014’an de ji aliyê AKP'ê ve hatibû destpêkirin ne ciddî bû. AKP'ê dixwast bi rêya heman taktîkê Kurdan bikişîne gel xwe. Di aliyê dinde tevgera kurd jî dixwast heman pêvajoyê jibo berjewendiyên xwe yên taktîkî bikar bîne. Lewre heman pêvajo nemeşiya û encamekê neda. Li gorî min, çi AKP be û çi jî tevgera kurd be, her duyan jî ji heman pêvajoyê sudwergirtin. Yê ku ji heman pêvajoyê zerar dît gelê kurd bû.

Weke tê zanîn di sala 2019'an de li Tirkiyê hilbijartin hene. Wusa tê dîtin ku AKP dixwaze ji naha ve amadekariyên xwe bike. Lewre pêdiviya wê bi alîkariya Kurdan heye. Wusa dixûyê ku AKP dixwaze carekê din pêvajoyekê bi navê "Pêvajoya Aşîtiyê" dest pê bike. Lêbelê bi awayekê din ew nabe pêvajoya aşîtiyê, di rastiyê de wê tenê bibe pêvajoya piştgiriya AKP'ê.

Divê were zanîn ku bi siyaseta heyî ya AKP'ê pirr zehmet e ku pirsgirêka kurd çareser bibe. Herwuha bi nêzîkatiya heyî ya tevgera kurd jî heman pirsgirêk çareser nabe. Divê siyaset û nêzîkatiyên nû bên afirandin daku ji pirsgirêka kurd re çareseriyekê rast bê dîtin. Jibo vê yekê jî divê li Tirkiyê siyasetekê nû bê meşandin. Lêbelê ne rewşa Tirkiyê û ne jî AKP ji heman tiştî re amade nîn in. Hemû armanc û daxwazên AKP'ê ew in ku ew heya 2027'an liser desthilatdariyê bimîne.

Di aliyê din de divê di nava Kurdan de jî nûjeniyekê bê afirandin. Jibo vê yekê pêwîstî bi hevkariya hemû Kurdan heye. Yanê divê hemû hêz û tevgerên kurdan li dora yek stratejiyekê û heman daxwazan bicivin û bihev re kar bikin. Herwuha divê daxwazên Kurdan jî li gorî rastiya Tirkiyê û herwuha ya hemû Kurdan bin daku ji aliyê pirraniya gelên kurd û tirk ve û herwuha ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve bê destek kirin. Ne wusa be, di konjonktûra heyî de, ne mumkun e ku pirsgirêkekê weke ya kurd bê çareser kirin.

Lê mixabin, eger wusa dewam bike, diyar e ku hemû tevger, rêxistin û hêzên kurdan li dora yek stratejiyê û heman daxwazan nayên gel hev. Di roja heyî de her tevger, rêxistin û hêzên kurdan li gorî berjewendiyên xwe yên teng tevdigerin. Yanê 'hebena me bena', (hemû tişt ji min re).

Îro di nava Kurdan de parçebûnekê fireh heye. Li dora tevgerên siyasî zêde rewşenbîr û zanyar namînin. Bi awayekê din tevgerên siyasî yên Kurdan bersivê nadin daxwazên nûjen yên rewşenbîran. Lewre di nava rewşenbîrên kurd de jî yek nêrînekê çê nabe. Roja îro pirraniya rewşenbîrên kurd li gorî berjewendiyên derdorên xwe yên herêmî û malbatî tevdigerin. Jibo pêşeroja gelê kurd ev xeteriyekê ye. Divê rewşenbîr nebin girtiyên berjewendiyan. Parastina nirxên neteweyî û demokratîk û herwuha azadî û serfiraziya gel berpirsyartiya herî sereke ya rewşenbîran e.

Ahmet Gülabi DERE / 15.05.2017